Neviyê Şêx Seîd, hevşaredarê bere yê Xinûsê koça dawî kir

Dîroka Weşanê: Google News
Neviyê Şêx Seîd, hevşaredarê bere yê Xinûsê koça dawî kir

Şaredarê berê yê navçeya Xinûsê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê Hasan Basrî Firat, li Almanyayê koça dawî kir.

AMÎDA KURDÎ - Hasan Basrî Firat ku di heman demê de neviyê Şêx Seîd e, li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê krîza dil kir. Firat piştî krîza dil li sirgûnê canê xwe ji dest da.

Şaredarê berê yê Xinûsê yê DBPyê Hasan Basrî Firat Çiriya Pêşîn a 2016an ji peywirê hatibû dûrxistin. Li şûna wî de qeymeqamê Xinûsê wekî qeyûm hatibû danîn. Firat piştî tayînkirina qeyûm ji welêt koç kiribû û li Wuppertala Almanyayê bi cih bûbû.

Qasim Firat li ser pismamê xwe wiha got:

Hesen Basrî berî koça xwe ya dawî, li benda yasaya çarçoveyê bû ku tê payîn li Parlamentoyê were derxistin û piştî guhertinên yasayî biryar dabû ku vegere bajarê xwe.

Hasan Basrî Firat her wiha neviyê Xalid Begê Cibirî ye jî. Dê cenazeyê Hasan Basrî Firat piştî kar û barên fermî yên li Almanyayê bînin Erziroma Bakurê Kurdistanê. Cenazeyê wî dê li gundê bav û kalan li Qolhesara Xinûsê bê veşartin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove