AMÎDA KURDÎ - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro gihîşt Tehranê û bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
“Ez kêfxweş im ku min vê sibehê li Tehranê bi Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtinek kir.
Me li ser rêyên xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îranê de gotûbêj kir, bi taybetî jî li ser berfirehkirina hevkariya aborî û bipêşxistina wan pêwendiyên dîrokî, çandî û cîrantiyê yên ku ji mêj ve gelên me bi hev ve girêdane.”
I am delighted to meet President @drpezeshkian in Tehran this morning.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) July 3, 2026
We discussed ways to further strengthen relations between the Kurdistan Region, Iraq, and Iran, with particular emphasis on expanding economic cooperation, and building on the historical, cultural, and… pic.twitter.com/ubL610AI9D
Şîrove