AMÎDA KURDÎ - Meclîsa Kirmanckî-Zazakî ya ku di bin Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) de dixebite, ji bo zaravayê Zazakî (Kirmanckî/Kirdkî/Dimilkî) ku di bin xetereya tunebûnê de ye dê di 20ê Sibata 2026an de, di çarçoveya "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" de, li ber Postexaneya Sûrê ya Dîyarbekirê çalakiyekê li dar bixin.

"Ez naxwazim zimanê min winda bibe"
Çalakiya ku bi slogana "Ez Naxwazim Zimanê Min Winda Bibe" tê lidarxistin de, beşdar dê bi girseyî nameyan ji UNESCO, Serokkomarî û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) re bişînin. Di daxuyaniyê de bang li mirovan hat kirin ku "Dengê xwe ji bo parastina Kirmanckî-Zazakî bilind bikin! Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin daku zimanê xwe biparêzin."

Girse dê li ber deriyê Ofîsa Postexaneyê ya Surê bicive
Çalakî bo her kesê ku naxwazin zimanê Zazakî winda bibe ye. Dê di 20ê Sibata 2026an de, saet 12.30ê nîvro li ber deriyê Ofîsa Postexaneyê ya Surê were lidarxistin.
Şîrove