AMÎDA KURDÎ - Şêwirmendê çapemeniyê û berdevkê Wezaretê Aramîral Zeki Aktürk di civîna çapemeniyê ya heftane de ku li MSBê ya li Enqerê hat lidarxistin de axivî û got, "Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hemû pêşketinên li cîhanê û herêma me dişopînin û dinirxînin. Ji bo ku ew ê platform û pergalên pêwîst ji bo parastin û ewlehiya xwe bi awayekî bêkêmasî peyda bikin, planan çêdikin."

Li ser balafireke bêmirov a Rûsî ya hat xistin de
Aktürk got, "Di 10ê Sibata 2026an de, li perava Unye/Orduyê Balafireke bêmirov hat dîtin. Balafira bêmirov ya Rûsyayê ji bo lêkolînê radestî Daîreya Polîsan a Unyeyê hat kirin."

Peymana HSD û Şamê
Wezareta Parastina Neteweyî agahiyek din jî parve kir ku "Em berdewam û bi baldarî çavdêriya pêkanîna peymana ku di 30ê Kanûna Paşîn de di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hatiye îmzekirin dikin."
Şîrove