AMÎDA KURDÎ - Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî ya di navbera Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlum Ebdi de, pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û herêmê hatine nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Barzaniyê, Barzanî û Mezlum Abdi li ser rewşa heyî ya herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Geşedanên dawî hatine nirxandin
Di daxuyaniyê de derbarê naveroka telefonê de wiha hat gotin: "Îro, 25ê Çileya 2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlum Ebdî de pêwendiyeke telefonî pêk hat. Aliyan li ser pêvajoyên danûstandinê yên li Sûriyeyê, rewşa dawî ya li Rojava û pêşketinên heyî yên li herêmê nêrînên xwe parve kirin."
Şîrove