Mazlum Ebdî tevlî konferansa navneteweyî ya li Almanyayê dibe

Dîroka Weşanê: Google News
Mazlum Ebdî tevlî konferansa navneteweyî ya li Almanyayê dibe

Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî dê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê ya li Almanyayê bibe û dê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê re bicive.

AMÎDA KURDÎ – Nûnerên Dewletên Yekbûyî û bakurê Sûriyê ji Rûdawê re axivîn û piştrast kirin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî ji bo Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê ku yek ji forumên ewlehiyê yên herî girîng ên cîhanê ye, hatiye vexwendin.

Dê bi Şeybanî re hevdîtinê bike

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî jî dê beşdarî konferansê bibe ku dê konferans di navbera 13 û 15ê Sibatê de were lidarxistin. Çavkaniyan diyar kirin ku Mazlum Ebdî û Şeybanî wekî vexwendîyên fermî ên cuda beşdarî konferansê dibin, lê dê di civînê de hevdîtinekî pêk bînin.

Piştî peymanê têkiliyên xurt

Civîn piştî peymana 29ê Kanûna Paşîn ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de tê. Civîna Mûnîhê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê li ser platformek gerdûnî ye. û anîna peymana 29ê Çile bo qada navneteweyî girîng tê hesibandin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove