AMÎDA KURDÎ - Mazlum Ebdî di civînek li Hesekê de ku nûnerên eşîran, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn, axivî û diyar kir ku ew di qonaxa bicîhanîna peymanê ne ku di 29ê Kanûna Paşîn de bi rêveberiya Şamê re hatibû îmzekirin. Ebdî tekez kir ku agirbest bi tevahî tê bicîhanîn û got ku li gorî peymanê, hêz ji deverên diyarkirî vekişiyan.

"Em bi Wezareta Parastinê re dibin yek"
Ebdî peyamên zelal derbarê pêşeroja hêzên girêdayî HSDê de da û got, "Hêzên me dê bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re bibin yek. Em niha li ser vê pêvajoya entegrasyonê dixebitin." Ebdî destnîşan kir ku nûnerê hêzên çekdar dê wekî cîgirê wezîr were destnîşankirin, lê ev nav hîn nehatiye diyarkirin.

Hevdîtin li Kobaniyê didomin
Ebdî diyar kir ku vekişîna hêzan ji eniyên şer qediya ye, lê li Kobaniyê ji bo rakirina dorpêçê û vekişîna hêzan bo baregehên wan danûstandin didomin. Wî her wiha piştrast kir ku li Mûnîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeibanî re civiyaye. Ebdî tekez kir ku ew li ser parastina taybetmendiyên herêmên Kurdî li hev kirine.
Şîrove