AMÎDA KURDÎ - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî bi bîr anî ku ji 6ê Kanûna Paşîn ve, êrişên sîstematîk li dijî taxên Kurdan ên li Helebê dest pê kirine û heta deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Tebqa, başûrê Reqayê û Dêrezorê dirêj bûne.
Mazlum Abdî diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan ên ji bo rawestandina pevçûnê û aramkirina rewşê, êrîş berdewam dikin.

'Hewldanên agirbestê berdewam dikin'
“Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewldanên me yên ji bo aramkirin û agirbestê, bi alîkariya aliyên navneteweyî berdewam in. Ji ber vê yekê, em bangî gelê xwe dikin ku bi awayekî wêrek li dora zarokên xwe û şervanên me bicivin û di baweriya xwe de bi israr bimînin.”
Şîrove