AMÎDA KURDÎ – Ma Music Center 9 sal berê bi mottoya "Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin" derkete rê û hetanî niha bi sedan şagirt jê mezun bûn. Hinek ji wan mezûnan êdî mamostetiya vê saziyê dikin û hinek ji wan jî di asteke profesyonel de kariyera xwe ya muzîkê didomînin. Duh şevê di 9. Salvegera Ma Music Centerê de ew şagirt, malbatên wan û hezkiriyên muzîka Kurdî li hev civiyan û bi coş û kelecaniyeke mezin pîrozbahî li 9 salên borî kirin.
Amîda Kurdî jî di vê şevê de amade bû, li ÇandAmed a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Berpirs û şagirtên Ma Music Centerê kelecanî û hêviyên xwe bo Amîda Kurdiyê rave kirin.
Sarya Ertaş, Evîndar Dulek û Mesud Geverî fikr û ramanên xwe anîn ziman.
Şîrove