AMÎDA KURDÎ – Kreşa bi navê Zarokîstan a girêdayî Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Peyasê dawî li serdema ewil ya perwerdeyê ya îsal anîn. Xwendekarên ku di tevahiya vê serdemê de perwerdehiyeke piralî wergirtin, kêfxweşiya xwe bi malbatên xwe re parve kirin.

Mamoste û dayîk û bav li hev civiyan
Di merasîmê de Cîgirên Hevşaredarên Şaredariya Peyasê, rayedarên Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî, mamoste û gelek dêûbav amade bûn. Endamên beşdar, bi kelecaniya zarokan, karneyên vê serdemê radestî xwendekaran kirin.

Armanca van kreşan çi ye?
Piştî merasîmê, rayedarên Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî bal kişandin ser kalîteya pêvajoya perwerdehiyê. Rayedaran diyar kirin:

"Li Zarokistanê, xwendekarên me yên ciwan di hawîrdorek pir saxlem û aram de serdema xwe timam kirin. Armanca me ya sereke ew bû ku em pêşeroja zarokên xwe li ser bingehên saxlem ava bikin. Saziyên me di vî warî de dilsoz bûn û me serdemeke pir serkeftî derbas kir."
Şîrove