Li Şirnexê dîwar hilweşiya: Endezyarekî canê xwe ji dest da

Dîroka Weşanê: Google News
Li Şirnexê dîwar hilweşiya: Endezyarekî canê xwe ji dest da

Li gundê Gundikê Melê ya Şirnexê dîwar hilweşiya û di bûyerê de endezyarek di bin axê de ma û canê xwe ji dest da.

AMÎDA KURDÎ - Bûyer doh li gundê Gundikê Melî di dema çêkirina dibistanekê de qewimî.

Endezyar Murat Bektaş ji bo ku avrêja di bin dîwarê parastinê de bipîve dixebitî.

Di wê kêliyê de dîwarê parastinê hilweşiya û Murat Bektaş di bin axa ku herifî da ma.

Kesên li derdorê bi hawara wî ve çûn û ew ji bin axê derxistin.

Karker û welatiyan ew bi birîndarî gihand Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Lê belê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê jî endezyar Murat Bektaş mir.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove