Li Rojhilata Navîn bazara geştiyariyê têk diçe

Dîroka Weşanê: Google News
Li Rojhilata Navîn bazara geştiyariyê têk diçe

Bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn diqewimin li ser geştiyaran tirs çêkiriye ku hatin û çûyîna wan betal dibe û ev yek sektora geştiyariyê têk dibe.


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Betalkirina geştên asmanî, paşxistina planên geştiyariyê û nediyariyeke zêde, şerê Rojhilata Navîn siyeke tarî avêtiye ser asoya geştyariya herêmê ku van salên dawiyê bûbû yek ji cihên herî bijare yên geştiyarên cîhanê.

Rêberê geştiyariyê yê bajarê Îrbîdê yê li bakurê Urdunê Nezîh Rewaşdeh bi xemgînî got:

"Koma min a dawî ya geştiyaran beriya 3 rojan ji welêt çû. Hemû komên din ên ku me ji bo meha adarê plana wan kiribû geştên xwe betal kirin. Niha li vê derê destpêka demsala zêrîn a geştiyariyê ye, ev karesat e tevî ku ti pirgirêkên Urdunê nîne û bi temamî aram e."

Şirketên geştyariyê li çareseriyê digerin

Li seranserê cîhanê, şirketên geştyariyê ji bo wan geştyarên ku li herêmê asê mane li çareseriyê digerin. Li Fransayê Serokê Şirketa Comptoir des Voyagesê Alain Capestan ragihand ku karê wan ê sereke ew e ku geştyaran vegerînin welatên wan. Alain Capestan bal kişand ser wê yekê ku şer bandor li geştên din ên cîhanê jî kiriye, ji ber ku bajarên wekî Dubai, Ebû Zebî û Dohayê ji bo geşt û balafirgehên cîhanê navendên sereke yên veguhastinê ne.

Li Almanyayê şirketên wekî Alltours, Dertour û Schauinsland-Reisenê ragihand ku ew dê mesrefên mayîna wan geştyarên ku li Rojhilata Navîn asê mane bidin. Her wiha wan hemû geştên xwe yên ber bi Îmarat û Umanê ve herî kêm heta 7ê Adarê betal kirine.

Yekitiya Geştyariyê ya Brîtanyayê (ABTA) jî ragihand ku heta Wezareta Karên Derve ya welatê wan hişyariya "geşt nekin" raneke ew dê geştyran neşînin herêmê.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove