Li Îranê heta niha 646 kesan jiyana xwe ji dest dane

Dîroka Weşanê: Google News
Li Îranê heta niha 646 kesan jiyana xwe ji dest dane

Hejmara miriyan di xwepêşandanên ku di 28ê Kanûna Pêşîn de li Îranê dest pê kirin zêde dibe. Li gorî Çalakên Mafên Mirovan ên Îranê (HRA), hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 646an.

AMÎDA KURDÎ - Çalakên Mafên Mirovan ên Îranê (HRA) agahiyên li ser xwepêşandanên li Îranê ku ji 28ê Kanûnê Pêşîn ve ye didome, weşand.

Li gorî HRA, herî kêm 646 kesan di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, û hejmara kesên ku hatine girtin gihîştiye 10,721an. Hat ragihan ku di nav kesên ku hatine kuştin de 505 xwepêşander hene, ku 9 ji wan zarok in, 133 leşker. Her wiha 7 sivîlên ku beşdarî xwepêşandanan nebûne û dozgerek jî jiyana xwe ji dest daye.

begendim
2
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove