AMÎDA KURDÎ - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot di çarçoveya serdana xwe ya herêmî de li Hewlêrê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî re civiya da ku hûrguliyên derbarê pêkanîna peymana di navbera Şam û HSDê de nîqaş bikin.

Peymana HSD û Şamê
Daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: "Geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de" hatin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzani piştgiriya xwe ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêkan dubare kir, û girîngiya berdewamiya diyalogê di navbera aliyan de û parastina mafên hemû pêkhateyan, tevî Kurdan, di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de tekez kir.

Barrot: Divê mafên Kurdan li Sûriyeyê bêne parastin
Barrot di civîneke çapemeniyê de li Hewlêrê pêk hatî de diyar kir: "Em piştgiriyê didin parastina mafên Kurdan û yekbûna hêzên wan ên leşkerî. Divê Kurd jî di dewlet û hikûmeta Sûriyeyê de bibin pêkhateyeke çalak."
Şîrove