Li Erxeniyê birûskê li darekê da: 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Dîroka Weşanê: Google News
Li Erxeniyê birûskê li darekê da: 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Erxeni ya Amedê, li hewşa dibistaneke seretayî birûskê li darekê da, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û zarokek jî birîndar bû.

AMÎDA KURDÎ - Bûyer, vê sibehê li mezraya Çîçekozu ya gundê Tîlkiyê yê navçeya Erxeniyê qewimî. Birûskê li dareke hewşa dibistana seretayî da ku 3 zarok li binê wê bûn. Di wê kêliyê de Serkan Yildirimê 13 salî, Kasim Yildirimê 14 salî û M.Y. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Birîndar piştî midaxeleya destpêkê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Serkan Yildirim û Kasim Yildirim li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî canê xwe ji dest da.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove