Li Bedlîsê qeza: Çar kamyon û du otomobîl li hev ketin

Dîroka Weşanê: Google News
Li Bedlîsê qeza: Çar kamyon û du otomobîl li hev ketin

Îro sibehê li Bedlîsê di qezayekê de çar kamyon û du otomobîl li hev ketin û di encamê de pênc kes birîndar bûn û rê ji trafîkê re hate girtin.

AMÎDA KURDÎ - Qeza îro sibehê li ser rêya Bedlîs û Tatwanê qewimî. Piştî ku ajokar li ser rêya bi berf kontrola xwe winda kirin, çar kamyon û du otomobîl li hev ketin.

Hat ragihandin ku hin wesayît li refûje ketin û stûnên elektrîkê jî zirar dîtin. Ji ber qezayê rêya di navbera Bedlîs û Tetwanê de hema hema bi tevahî hate girtin.

Tîmên acîl gihîştin cihê bûyerê û birîndar bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîr girtin û dest bi xebata rakirina wesayîtên tevlî qezayê bûn kirin.

Rayedaran hişyarî dan ajokaran ku ji ber berfa zêde baldar bin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove