AMÎDA KURDÎ - Saziyên Zimanê Kurdî li Amedê bi girseyeke mezin kom bûn û di derbarê Zimanê Kurdî de daxuyanî dan. Di kombûna bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de endamê MEDDERê Nuh Bozkurt axivî û behsa parastin, zindîkirin û pêşvebirina zimanê dayikê kir.
Tevahiya metna daxuyaniyê wiha ye:
21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û di heman demê de jî, ji bo zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne, roja parastin, zindîkirin û pêşvebirina zimanê dayikê ye. Bingeha vê rojê têkoşîna gelê bengalî ya ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê ye ku ji aliyê dewleta Pakistanê ve hatibû qedexekirin. Di sala 1952yan de xwendekarên Zanîngeha Dakkayê pêşengiya xwepêşandanên li dijî van zext û qedexeyan kir û di encama êrişan de hin xwendekar hatin kuştin. Piştî serlêdana bengaliyan, UNESCOyê di sala 1999an de daxwaza gelê bengalî qebûl kir û 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat ragihandin.
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro, ev 103 sal e ku çand, ziman û nasnameya gelê kurd hatiye înkarkirin û ji bo ku ev înkar ji holê rabe û maf û daxwazên gelê kurd ên wekî statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bên misogerkirin, hîn jî tu gavên micîd nehatine avêtin.
Li gorî daneyên 2025an, li Tirkiyeyê 74 hezar 40 dibistan û 208 zanîngeh hene ku bi tirkî perwerdeyê didin, lê ji bo zimanê kurdî di 103 salên komarê de yek dibistanek jî nehatiye avakirin ku perwerdeya bi kurdî bide. Her wiha, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê, bi hezaran dibistan hene ku bi tirkî perwerdeyê didin û li gorî lêkolîn û rapirsînan ji sedî 97ê gel perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze, lê heta niha dibistanek jî nehatiye terxankirin ku bi kurdî perwerdeyê bide; saziyên ziman ên ku ji bo fêrkirina kurdî kurs û atolyeyan vedikin, ew jî dibin hedefa rayedarên dewletê û bi KHKyan tên girtin û muhurkirin.
Gelê kurd, li hemberî van polîtîkayên înkar, tunehesibandin û pişaftinê têkoşîna hebûn û parastina zimanê kurdî dimeşîne û ev têkoşîna çand, ziman û nasnameya gelê kurd berdewam e. Di vê têkoşînê de daxwaza sereke ya gelê kurd ew e ku, polîtîkayên înkarê bên bidawîkirin û ziman û mafên neteweyî yên gelê kurd di destûra bingehîn de bên qebûlkirin û bi zagonan bên misogerkirin.
Ji cotmeha 2024an ve, ev 16 meh e ku pêvajoyekê dest pê kiriye û bi perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Ocalan 27ê Sibata 2025an pêşkêşî rayedarên dewleta Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê kiriye, derfetên nû hatine afirandin ku pirsgirêk bi rê û rêbazên diyalog, hevdîtin û nîqaşan bên çareserkirin û vê pêvajoyê di nava gel û civakê de hêviya çareserkirina pirsgirêkan ava kiriye. Pêwîst e ku êdî rayedarên dewletê jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin, siyaseta înkarê biterikînin, maf û azadiyên nasnameyî yên gelê kurd misoger bikin, dawiyê li wan pêkanînan bînin ku li pêşiya azadî û demokrasiyê asteng in.
Xwişk û biratî nîşaneya wekheviyê ye. Eger em qala wekheviyê dikin, divê zimanê kurdî jî xwedî statu be, ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû astên perwerdeyê de bê bikaranîn û navên cih û warên ku hatibûn guherandin jî divê li eslê wan bên vegerandin. Ji kolanan bigire heta qada giştî (li dadgeh, dibistan, nexweşxane, kar û barên fermî û hwd.) di hemû qadên jiyanê de mafên gelê tirk çi bin, divê yên gelê kurd û gelên din jî ew bin û hemû xizmet divê bi kurdî û zimanên din jî bên dabînkirin.
Bi boneya 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, em bi bîra rayedarên dewletê dixin ku, di vê pêvajoya hevdîtin û muzakereyan de ku ji cotmeha 2024an ve ye ku dest pê kiriye û hîn jî berdewam e, daxwaza me ew e ku astengên li pêşiya çand, ziman û nasnameya kurdî werin rakirin û daxwaza me ya statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bê bicihanîn.
*Di serî de xalên 42 û 66an ên destûra bingehîn û zagonên ku cudakarî û yekparêziyê di bingeha xwe de dihewînin, divê ji destûra bingehîn bên derxistin û hemû zagon li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî werin sererastkirin.
*Pêwîst e ku Tirkiye li imzeya xwe ya li binê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî xwedî derkeve; dûreparêziyên ku piştre daniye ser xalên 17, 29 û 30an rake û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya vê peymanê û peymanên din ên navneteweyî de bêyî kêmasî bi cih bîne û ji mafên çandî, zimanî û nasnameyî yên zarokan re rêzdar be.
*Komisyona di bin banê meclisê de hatî avakirin serdana hemû beşên civakê kir û guh da gel. Pêwîst e ku rapora ku dê ji aliyê vê komisyonê ve bê amadekirin û li meclisê bê pêşkêşkirin ji daxwazên civakê yên demokratîkbûnê re bibe bersiv û xizmeta wekheviya xwişk û biratiya gelê kurd, tirk û hemû gelên Tirkiyeyê bike û li gorî daxwaz û pêşniyazên li ser naveroka rapora komîsyonê zagonên demokratîk bên amadekirin û bikevin meriyetê.
*Zimanê kurdî hebûn, rûmet û nasnameya gelê kurd e. Heta ku zimanê kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê, têkoşîna gelê kurd a parastin û pêşxistina çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî dê berdewam be.
Gelê kurd û hemû gelên cîhanê yên ku zimanê wan ji statu û perwerdeyê bêpar hatiye hîştin û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê xwe têdikoşin, 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li wan gelan hemûyan pîroz be.
Zimanê Me Rûmeta Me Ye!
Zimanê Me Hebûna Me Ye!
Statu bo kurdî, perwerdeya bi kurdî!
SAZIYÊN ZIMANÊ KURDÎ
Şîrove