AMÎDA KURDÎ - Bi temamkirina semestra yekem a sala akademîk a 2025-2026an li Amedê, îro nêzîkî 467,000 xwendekaran karneyên xwe wergirtin. Betlaneyeke duhefteyî ya ji bo xwendekaran dest pê kir.

Heyecana karneyan
Nêzîkî 467,725 xwendekarên ku li dibistanên pêşdibistan, seretayî, navîn û amadeyî li seranserê Amedê dixwînin, bi wergirtina karneyên xwe serdema ewil a îsal qedandin.

Betlaneya somestrê dest pê dike
Li gorî Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî , bêhnvedana somestrê bi fermî roja Duşemê, 19ê Kanûna Paşîn dest pê dike. Lêbelê, tevî dawiya hefteyê, bêhnvedan dê bi tevahî 16 rojan bidome, ku derfetê dide xwendekaran ku hem bêhna xwe vedin û hem jî ji bo srdema duyemîn amade bibin.

Dibistan dê kengî ji nû ve werin vekirin?
Xwendekar dê di 2yê Sibatê de, 16 roj piştî betlaneyê vegerin dersên serdema duyemîn.
Şîrove