AMÎDA KURDÎ – Mija ji duh şeve ye ê li Amedê mesafeya dîtinê kêm kiriye û bandorek neyînî li ser hatin û çûyînê dike. Rêveberiya Herêmî ya 15emîn a Meteorolojiyê hişyarî da ku mij û dûman dê di rojên pêş de jî bandora xwe bidomîne.

Seferên balafiran hatin betalkirin
Li Balafirgeha Amedê, seferên balafiran jî ji ber mijê asteng bûn û hatin betalkirin. Mijê û dûmana ku ji duh şeve ye heye bandorek neyînî li ser daketin û rabûna balafiran kir.

Mij û moran
Hem mij û hem jî hewayê sar bandorê li bajêr dikin û daran û nebat ximamî bûne.
Amed, zivistana herî sar a 50 salan dijî, ku bi şert û mercên mijê serdest e. Tê payîn ku dîmenên zivistanê li bajêr heta Sibatê berdewam bikin.
Hişyariya Meteorolojiyê ji bo mij û moran
Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Herêmî ya 15emîn a Meteorolojiyê, li Amed û derdora wê dê hewayeke pir ewrî hebe û mij û duman bandora xwe bidomîne ku dê çend rojên din jî heman rewş hebe her wiha divê ajokar û rêwî baldar bin.
Şîrove