AMÎDA KURDÎ – Êvara pêncşemê ya borî li Serwîsa Acîlê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê du bûyerên cuda yên tundûtûjiyê li dijî xebatkarên tenduristiyê qewimîn. Ewlekariya bijîşkan careke din hate paşguhkirin.

Pozê doktorekê hat şikestin
Bûyera yekem roja Pêncşemê li dora 5ê êvarê qewimî. Doktorekî ku li odeya acîl nobedar bû, ji aliyê nexweşekê û xizmê wî ve rastî êrîşa devkî û fîzîkî hat. Di encama êrîşê de pozê doktor şikest.
Gef û heqaret li hember qeyda edlî
Bûyera duyemîn di heman rojê de li dora saet 10ê şevê qewimî. Zarokek ku tiştekî biyanî di qirikê wî de asê mabû, anîn acîlê. Dema ku bijîşkê beşdar, li gorî prosedurê, hewl da ku rewşê wekî 'sûcekê' tomar bike, bavê zarok ji bijîşk re got, "Ma hûn îdia dikin ku min zirar daye zarokê xwe?" Bijîşk ji hêla bav ve rastî gef û heqaretên giran hat.
Piştî her du bûyeran, bijîşkan gilî kirin û hişyariya "Koda Spî" dan. Êrîşkar hatin binçavkirin û birin qereqola polîsan. Lêbelê hatin berdan.

Zelal Sinayiç - Muhabir
Şîrove