Li Amedê çalakî û nêrînên li ser pirzimaniyê

Dîroka Weşanê: Google News
Li Amedê çalakî û nêrînên li ser pirzimaniyê

Li Amedê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin Amedê ve gelek çalaki pêk hatin û nêrînên li ser ziman ciheke taybet girt.

AMÎDA KURDÎ - Li Amedê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê gelek çalaki hatin kirin. Şaredariya Bajarê Mezin Amedê panel, forum, şano û konserên pirzimanî pêk anî ku girseyeke mezin beşdarî van çalakiyan bû.

AmîdaKurdiyê li gel çend beşdarên van çalakiyane kurtehevpeyvîn pêk anî ku nîşan bide ka nêrînên li ser zimanî çi ne.

Di kurtehevpeyvînên AmîdaKurdiyê de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Doğan Hatun, Seroka Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, Zimanzan Zana Farqînî, Endama MED-DERê û Aktîvîsta Zimanê Kurdî Dîlan Guvenç û Xwendekarê Beşa Ziman û Çanda Zimanê Kurdî ya Artukluyê Aydin Ekîn cih girt.

Van behsa giringiya ziman kir û ji bo zimanê Kurdî wek mafekî zimanî daxwza zimaneke fermî ku zarokên Kurdan pê bikaribin perwerde bibin, kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove