AMÎDA KURDÎ – Parêzgariya Amedê ragihand ku bi tevahî 2 hezar kes dê li seranserê bajêr di çarçoveya IUPê de werin bicihkirin. Di 17 parêzgariyên navçeyan da dê bo 700 kesan û navçeyên navendî de bo 1,300 kesan derfetên kar werin pêşkêş kirin. Serlêdan dê di navbera 19-23ê Sibata 2026an de werin qebûlkirin.
Bi hevkariya Walîtî û İŞKURê ve 1300 kes dê li 17 parêzgariyên navçeyan werin îstîhdamkirin ku dê piştgiriyê bidin çalakiyên paqijî, lênêrîn û tamîrkirina saziyên giştî. 700 kes dê navçeyên Rezan, Peyas, Sûr û Bajarê Nû de cih bigirin.

Kî dikare serlêdan bike?
Serlêder divê hemwelatiyên Tirkiyê bin, li İŞKURê wekî bêkar qeydkirî bin, temenê wan herî kêm 18 salî be û di meha borî de bêkar bin. Serlêderên ku şertên serlêdan û beşdarbûnê bicîh neynin dê ji bernameyê werin derxistin.
Şîrove