AMÎDA KURDÎ – Daxuyaniya ku ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin avahiyên k udi erdhêja Mereşê de zirar dîtibûn pêvajoya hilweşandina wan didome.
Li navçeya Sûrê hilweşandin
Li gorî daxuyaniyê, li ser avahiya li Kolana Karaman a li Taxa Cevatpaşa ya navçeya Sûrê xebatên hilweşandina kontrolkirî dê werin kirin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de, kolan dê di navbera 21ê Kanûna Paşîn a 2026an û 30ê Kanûna Paşîn a 2026an de ji bo trafîka wesayîtan were girtin.
Hişyariya rêyên alternatîf
Di dema hilweşandinê de tedbîrên cûrbecûr ji bo ewlehiya welatiyan û milkê wan hatine girtin. Ji ajokaran tê xwestin ku rêyên alternatîf bikar bînin.
Şîrove