Li Amedê astengiya dadgehan ji bo astengdaran: Wergêr tune ne

Dîroka Weşanê: Google News
Li Amedê astengiya dadgehan ji bo astengdaran: Wergêr tune ne

Parêzer Evindar Çakirê diyar kir ku şert û mercên fîzîkî ji bo kesên astengdar li dadgehên Amedê nebaş in û ji bo daxuyanî û prosedurên din wergêrên zimanê îşaretan tune ne.

AMÎDA KURDÎ - "Rapora Gihîştina Dadgehan a Amedê" ku ji hêla Komîsyona Mafên Astengdaran a Baroya Amedê, Komeleya Astengdarên Bedenî ya Amedê, Federasyona Astengdaran û Federasyona Kerran a Tirkiyeyê ve hatiye amadekirin, hate weşandin. Evindar Çakir ku endama Komîsyona Mafên Astengdaran a Baroya Amedê ye got ku rêbernameya zimanê îşaretan û nîşankirina Braille bi piranî li dadgehan tune ne.

'Destşo kilîtkirî ne, wergêr nayên peyda kirin'

Çakir destnîşan kir ku deriyên avahiyan, asansor û salonên dadgehê ji bo gihîştina serbixwe ya kesên astengdar ne guncav in û got, "Hatiye destnîşankirin ku di dadgehan de ji bo kesên astengdar wergêrên zimanê îşaretan tune ne destşoyên ji bo kesên astengdar an tune ne an jî kilîtkirî ne û nayên bikar anîn."

Parêzer Evindar Çakır daxwaz xwe wiha rêz kirin:

Em bang li Wezareta Dadê dikin ku rêziknameyên gihîştinê yên berfireh li hemû avahiyên dadgehên li Amedê bicîh bîne,

Em bang li Komîsyona Dadê dikin ku bêyî derengketinê derbarê kêmasiyên hatine tespîtkirin de tedbîran bigire,

Tedbîrên avahîsaziyê bigire daku beşdariya kesên astengdar di pêvajoyên dadwerî de misoger bike,

Ji bo ku parêzerên astengdar xebatên xwe yên pîşeyî di şert û mercên wekhev de pêk bînin, tedbîrên pêwîst bigire,

Em bang li wan dikin ku gihîştinê ji înîsiyatîfên kesane derxînin û bikin polîtîkayeke saziyî.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove