AMÎDA KURDÎ - Tê payîn ku hejmareke zêde ya siyasetmedarên Kurd beşdarî merasîma cenazeyê bibin. Li gor agahiyan Leyla Zana, Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogullari, Keskin Bayindir û Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî dê beşdar bibin.

Deriyê sînor dê bê vekirin
Li gor agahiyên nûçegîhanê RUDAWê Maşallah Dekakî, danûstandin bi rayedaran re hatine kirin daku siyasetmedarên beşdarî merasîma cenazeyê bibin, bikaribin bi rêya Deriyê Sînor ê Murşitpinar a li navçeya Suruçê derbasî Kobaniyê bibin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, tê payîn ku şande piştî wergirtina destûrên pêwîst roja Şemiyê 14ê Adarê ji Pirsûsê derbasî Kobaniyê bibe.
Şîrove