AMÎDA KURDÎ – Rêzefîlma Şînokê dê 1ê Adarê, li ser kanala ya fermî ya YouTubeê ya Smurfsê be ku ji aliyê Zarok Tvyê ve hatiye wergerandin û dûblaja wê bi awayeke profesyonel hatiye çêkirin.

Zarok Tv tevî kadroyên xwe yên profesyonel ev 11 sal e weşana xwe ya Kurmancî û Zazakî didomîne. Her wiha Zarok Tv di qada dûblaj û wergerê de mîsyoneke din digire ser milê xwe ku Kurdiyê li ser ekranên kanalên cîhanê jî belav dike.
Ji 1ê Adara 2026an û pê ve, zarok û malbatên li seranserê cîhanê dê bikarin serpêhatîyên efsaneyî yên Şînokan bi îmzaya Zarok TVyê, bi zimanê kurdî temaşe bikin.
Lijneya Weşanê ya Zarok Tvyê diyar kir ku heta niha du sezonên Şînokê çêkirine û bi Smurfsê re par ve kirine, dê herdu sezon jî li ser kanala wan a fermî bi Kurdî were weşandin û dê hewl bidin ku sezona sêyan jî çêbikin û bidin xizmetê.
Şîrove