AMÎDA KURDÎ - Di derbarê roja destpêkirina Remezanê de cudahîyek di nêrînan de derketiye holê. Piştî çavdêriyên nîveheyvê, hin welatan roja Çarşemê wekî roja yekem ragihandin, lê Tirkiye û gelek welatên din ragihandin ku rojî dê roja Pêncşemê dest pê bike.

Erebistana Siûdî ragihand ku nîveheyv hatiye dîtin
Di daxuyaniyek fermî ya Keyaniya Erebistana Siûdî de, hate ragihandin ku nîveheyv a Remezanê hatiye dîtin. Li ser bingeha vê dîtinê, Dadgeha Bilind a Siûdî roja Çarşemê, 18ê Sibata 2026an, roja yekem a Remezanê ragihand.

Tirkiye û Îranê roja Pêncşemê dest pê dikin
Berevajî Erebistana Siûdî, heşt welatan ku di nav wan de Tirkiye û Îran ji hene, dê roja Pêncşemê, wekî roja yekem a rojiyêdest bî Remezana xwe bikin.
Ji bilî Tirkiye û Îranê, Oman, Endonezya, Malezya, Sîngapûr, Avusturalya, Japonya û Brunei jî roja Pêncşemê wekî destpêka Remezanê qebûl kirin.
Şîrove