AMÎDA KURDÎ - Dr. Feridun Muradi, ku bi lêkolîna xwe ya li ser Komkujiya Helebçeyê û çekên kîmyewî tê nasîn, ji RUDAW re ragihand ku metna perwerdehiyê ya ku wan bi pisporên perwerdehiyê yên Swêdî re amade kirine, di mufredata fermî de hatiye pejirandin.

Zarokên 10 û 13 salî dê fêr bin
Li gorî vê biryarê, trajediya Helebçeyê dê di mufredata xwendekarên polên 4, 5 û 6an de (temenên 10 û 13 salî) cih bigire.
Di 16ê Adara 1988an de, di êrîşa kîmyewî ya li ser Helebçeyê de ji aliyê rejîma Baasê ya di bin serokatiya Sedam Husên de, herî kêm 5 hezar kes, ku piraniya wan jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Şîrove