AMÎDA KURDÎ – Donald Trump li ser medyaya xwe ya civakî peyamek belav kir û daxwazên xwe yên li ser dosyaya nukleerê û Tengava Hurmizê eşkere kirin.

Trump ragihand ku hêzên wan ên leşkerî li derdora Îranê amade ne û heta ku Îran pêbendî peymanê nebe ew dê venekişin.
Trump da zanîn ku hêzên wan bi cebilxane û çekên zêde ji bo têkbirina "dijminekî ku ji xwe berê lawaz bûye" amade ne.

Serokê Amerîkayê wiha pê de çû:
"Eger ew ji ber her sedemê pêbend nebin, ku ev îhtimaleke gelekî kêm e, wê demê dê êriş dest pê bike.
Dê ev êriş ji yên ku heta niha hatine dîtin gelekî mezintir, baştir û bihêztir bin."
Şîrove