Ji parlamenterê Partiya DEMê banga Kurdî: Divê Tirk jî fêr bibin

Dîroka Weşanê: Google News
Ji parlamenterê Partiya DEMê banga Kurdî: Divê Tirk jî fêr bibin

Omer Faruk Gergerlioglu di axaftina xwe de diyar kir ku divê Tirk jî fêrî Kurdî bibin û bal kişand ser cîrantî û jiyana hevbeş.

AMÎDA KURDÎ - Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Omer Faruk Gergerlioglu di axaftina xwe ya li parlamentoyê de li ser ziman û jiyana hevbeş nirxandinek kir.

Gergerlioglu got, "Ma dê tenê Kurd Tirkî fêr bibin? Divê TirkKurdî fêr bibin, hevalno. Em li welatekî ne ku herî kêm 20 mîlyon Kurd lê dijîn. Cîranên we li her derê ne. Divê hûn jî fêr bibin."

"Cîranbûn a bi Kurdan re rûmet e"

Gergerlioglu, diyar kir ku ew di demên berê de li gundên Kurdan wekî bijîşk xebitiye û wî got, "Binêrin, ez li gundên Kurdan wekî bijîşk xebitîm. Min qet zirarek ji Kurdan nedîtiye, min her tim qencî dîtiye. Cîranbûn a bi Kurdan re ne tiştekî xirab e. Dost û cîranbûn a bi Kurdan re rûmet e.

Gergerlioğlu di berdewamiya axaftina xwe de mînaka Nisêbîn û Qamişlo da û got, "Niha hûn dipirsin; çima Nisêbîn û Qamişlo di hestên hevpar da ne? Ji ber ku dilê Nisêbînê li Qamişlo lêdide. Çima hûn vê yekê fam nakin? Çima hûn daxwaza her Kurdekî li wir wekî 'terorîzmê' bi nav dikin? Ev xelet e, hevalno. Binêrin, ev di gotinên me de jî xuya dike; 'Cîranek hewceyî xweliya cîranê xwe ye.' Werin em qanûna cîrantiyê nas bikin. Werin em Kurdan wekî dijmin nebînin, werin em wan wekî dost bibînin. Werin em zimanê Kurdî wekî zimanê xwe bibînin, hevalno."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove