AMÎDA KURDÎ - Daxuyaniya Walîtiya Mereşê derbarê kesên ku di bûyera 15ê Nîsanê de li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li navçeya Onikişubatê qewimî de agahî dan. Walîtiyê destnîşan kir ku, ji bilî sûcdar, di êrîşê de bi tevahî 9 kesan jiyana xwe ji dest dane: 1 mamoste û 8 xwendekar.

'Daxuyaniyên fermî bişopînin'
"Dermankirina 8 xwendekarên me yên birîndar li nexweşxaneyên cûda berdewam dike û 5 ji van xwendekaran di Beşa Çavdêriya Hûr de ne. Ji raya giştî tê xwestin ku baweriya xwe bi nûçeyên bê bingeh û ne piştrastkirî neynin û tenê daxuyaniyên fermî yên ku ji hêla rayedarên têkildar ve hatine dayîn bişopînin."

Di êrîşa çekdarî ya li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li navçeya Onikişubatê de, 9 kes, ku yek ji wan mamoste bû, jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Lêpirsîna bûyerê didome.
Şîrove