AMÎDA KURDÎ - Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û Parlamenterê Çorumê Mehmet Tahtasiz jî beşdarî vê meşe bûn ku ji hêla endamên KESKê ve hat lidarxistin.

Beşdaran bal kişandin ser êrîşên dibistanan ên li Siwêreg û Mereşê û nerazîbûna xwe nîşanî nebûna tedbîran dan. Endamên Sendîkayê li ber Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî 10 xulekan çalakiya rûniştinê li dar xistin.

'Bi tedbîrên polîsiye çareser nabin'
Endamê Egitimsenê Ozgur Gunger Bekgul diyar kir ku dibistan di bin dorpêça îdeolojîk de ne û tundî û zordarî zêde dibe û got, "Çareseriya krîza perwerdehiyê tenê bi tedbîrên polîsiye an jî tedbîrên ewlehiya fîzîkî ne mimkun e. Çareseriya rastîn di hawîrdoreke aştiyane de ku cûdahî wekî dewlemendiyê tê hesibandin û di pêvajoyek demokratîk de ku her kesek xwedî dengek be, çêdibe."
Şîrove