AMÎDA KURDÎ - Di 2yê Tîrmeha 1993an de li otêla Madimakê ya bajarê Sêwazê, di bûyereke şewatê de 37 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan ku 33 ji wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî, 2 kes xebatkarên otelê û du kes jî êrişkar bûn.
Ew bûyer di raya giştî de weke Komkujiya Sêwazê hat binavkirin. Yek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî Nesîmî Çîmen bû ku bixwe ji Sêwazê bû helbestvanek û rewşenbîrek bû. Gelek klam nivîsîne û gotine.
Yek ji klamên wî jî ‘Heval’ e ku îro Eylul Nazlîer û Evîn Dulekê bi hev re gotine û pêşkêşî şopînerên xwe kirin.
Klam li ser YouTubea Evîn Dulekê ye.
Şîrove