Ji ÎSÎGê rapora Nîsanê: 189 karker mirin

Dîroka Weşanê: Google News
Ji ÎSÎGê rapora Nîsanê: 189 karker mirin

Li Tirkiyê û herêmê meha Nîsanê de 189 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

AMÎDA KURDÎ - Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora Nîsana 2026an a li ser rewşa karkeran a li Tirkiye û herêmê belav kir.

Li gorî raporê, ji ber qezayên curbicur ên di dema kar de 189 karker mirine. Di rapora meclisê de hat destnîşankirin ku ji karkerên ku meha nîsanê mirine 175 mêr û 14 jî jin in. Her wiha di nav wan de 3 karkerên koçber û 5 karkerên zarok hene ku temenê wan di navbera 15-17 salan de ye.

Li gorî raporê parêzgehên ku herî zêde mirin lê çêbûne ev in:

Li Stenbolê 20 karker û li Bursayê 9 karker mirin.

Li Enqereyê, Antalyayê, Burdurê û Manîsayê jî li her bajarî 7 karker mirine.

Sedemên sereke yên mirina karkeran wiha ne:

- Ji sedî 22yê karkeran ji ber krîza dil û qezayên trafîkê yên di dema çûn û hatina kar de mirine.

- Ji sedî 20ê wan ji ber ketina ji cihên bilind mirine.

- Ji sedî 17ê wan jî ji ber ketina bin kel û pelan û hilweşîna avahiyan canê xwe ji dest da.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove