Ji hevserokê DEMê Bakirhanî bersivek bo Bahçelî

Dîroka Weşanê: Google News
Ji hevserokê DEMê Bakirhanî bersivek bo Bahçelî

Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan di civîna partiya xwe de bersiva serokê MHPê Devlet Bahçelî da.

AMÎDA KURDÎ - Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî. Bakirhan mijarên Sûriyê û pêvajoyê nirxandin û bersiva serokê MHPê Devlet Bahçelî da.

'Tesbîtên Bahçelî girîng û hêja ne'

Bakirhan got, "Mafê hêviyê daxwaza me ye jî. Divê hikûmet di derbarê mijarên ku Bahçelî behs kirî de derhal gavan bavêje."

Bakirhan got, "Birêz Bahçelî şirîkê hikûmetê ye; eger hikûmet berpirsiyarê van pirsgirêkan be, wê demê ev daxwaz dê werin bicîhanîn. Hevşaredarên şaredariyan dê vegerin ser erkên xwe, Hevserokên me Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yüksekdağ, û hemî girtiyên siyasî dê werin azadkirin."

Alîkarî, Kobanî û sînor

"Bi rojan e kamyon li ber deriyê sînor in; divê kamyonên alîkariyê demildest ji Kobaniyê re werin şandin. Divê ev yek ji bo hesabên siyasî neyên qurbanîkirin.

Girîngiya banga birêz Ocalan ya ji bo aştî û civakeke demokratîk her xwe diyar dike. Ger îro lihevkirinek hebe, ger Kurd û Ereb şerê navxweyî nekiribin, ev bi saya xebata Ocalan e.’’

Ji Erdogan re

Ger hûn tenê ji perspektîfa ewlehiyê lê binêrin û bi saya medyayê gotinên nefretê bikar bînin, em ê bi çi awayî di vê pêvajoyê de pêşve biçin?

Em ê tu carî gotinên ku Kurdan bi terorê re wekhev dikin tehemûl nekin.

Bersivek bo Bahçelî

"Mafê hêviyê daxwaza me ye jî. Divê hikûmet di derbarê mijarên ku Bahçelî behs kirî de derhal gavan bavêje. Em piştgiriyê didin van gotinên wî."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove