AMÎDA KURDÎ - Gulderen Varli, Parlamentera DEMê ya Wanê du pirsên cuda wek pirsnameyekê pêşkêşî parlamentoyê kir. Varliyê bi bîr xist ku 21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve wekî "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" hatiye ragihandin.

Pirs ji bo Yilmaz û Ersoyî
Di pirsnameya parlementoyê yên ku ji bo Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nuri Ersoy û Alîkarê Serokkomarî Cevdet Yilmaz hatine şandin, hate tekez kirin ku ziman mîrateya çandî ya hevpar a mirovahiyê ye û naskirina zimanê Kurdî di qada giştî de ji bo hemwelatîbûna wekhev û mafên bingehîn girîng e. Her wiha ji wezîran hate pirsîn ka gelo ji bo ku Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanek xizmetê an na?

Gelo astengiyên qanûnî hene an na?
Di pirsnameyê de hat pirsîn ka gelo astengiyên qanûnî li pêşiya dabînkirina xizmetên bi zimanê Kurdî di navendên bangî yên şîrketan de hene û heke hebin, gelo planên ji bo rakirina van astengiyan hene an na.

Ji bo Kurdî perwerdehî û statuya fermî
Varlı pirsa gelo hikûmet bi saziyên din re hevrêziyê dike daku karanîna Kurdî di qada giştî de zêde bike û statuya fermî bide wê? Wê pirsî gelo pêvajoyek pêşxistina polîtîkayek hevbeş heye daku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê?

Rapora pênc salên dawî hat xwestin
Di pirnameyê de her wiha hat pirsîn ku di pênc salên dawî de çend projeyên ku armanca wan parastin, pêşxistin û zêdekirina karanîna zimanê Kurdî ye?
Şîrove