Ji Bucakê daxuyaniya li ser Bircên Amedê: Ew ê werin morkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Bucakê daxuyaniya li ser Bircên Amedê: Ew ê werin morkirin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak derbarê pêkanînên bêkontrol ên li Bircên Amedê ku li ser medyaya civakî jî hatin parvekirin, daxuyaniyek da û bang li Wezareta Çand û Tûrîzmê kir.

AMÎDA KURDÎ - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ragihand ku wan tespît kiriye ku hin şîrketan di Bircên Amedê de cih kirê kirine û ji bo sazkirina pergalên elektrîkê dixebitin.

'Cihên bêruhsat dê werin mohrkirin'

Bucakê diyar kir ku hin karsaziyên ku di ‘Bircan’ de dixebitin lîsansên vekirin û xebitandina karsaziyê nînin û tîmên polîsên şaredariyê dê di çarçoveya qanûnê de prosedurên qanûnî yên pêwîst bidin destpêkirin. Bucakê destnîşan kir ku heke pêwîst be dê prosedurên mohrkirinê jî werin bicîh kirin.

Hevşaredar Bucak rayedarên wezaretê vexwend ku bi rêveberiya herêmî ya hilbijartî ya Amedê re diyalogê bikin, bi aqilê selîm tevbigerin û bi hev re pêşeroja Bircên Amedê plan bikin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove