Ji Barrack bo Barzanî: Aqilmendeke mezin, rêbereke efsanewî

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Barrack bo Barzanî: Aqilmendeke mezin, rêbereke efsanewî

Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Bexda û Hewlêrê de derbarê pêvajoya hilbijartina Serokwezîrê Iraqê de bi serokê PDKê Mesûd Barzani re civiya. Piştî civînê, Barrack daxuyaniyek girîng da.

AMÎDA KURDÎ - Balyozê Amerîkayê Tom Barrack, duh serdana Herêma Kurdistanê kir û bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Mesûd Barzani re hevdîtinek pêk anî.

Di daxuyaniyekê de ji ofîsa Barzani hat ragihandin ku Tom Barrack rola Mesûd Barzanî ya li herêmê teqdîr kir, her wiha beşdarbûna wî ya di peymana agirbestê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) de pesnê wî da.

Daxuyaniya Barrackî

Di daxuyaniyê de Barrack destnîşan kir ku Amerîkayê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî û pirsgirêkên li Iraqê baweriyê bi "aqilmendî û rêberiya" Barzanî tîne.

Barrack li ser hesabê xwe yê Xê, daxuyaniya Ofîsa Barzaniyê girt û got, "Aqilmendiyeke mezin ji rêberekî efsanewî" û tekezî li ser rola girîng a Barzaniyê neyn di çareserkirina qeyranan de kir.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove