Ji Amerîkayê sewkiyat û ji Çînê mûşek: Li Rojhilata Navîn çi diqewime?

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Amerîkayê sewkiyat û ji Çînê mûşek: Li Rojhilata Navîn çi diqewime?

Di demekê de ku çav li dan û standinên Îslamabadê yên navbera Amerîka û Îranê ne, îdiayên nû yên li ser sewkiyata çekan û hêzên leşkerî li herêmê deng vedidin.

AMÎDA KURDÎ - Hat îdiakirin ku Çîn amadehiyê dike pergalên parastina asmanî bide Îranê û Amerîka jî leşkerên nû dişîne Rojhilata Navîn.

Sewkiyata çekan a Çînê ji bo Îranê

Li gorî nûçeya CNNê, 3 çavkaniyên ku agahiya wan ji nirxandinên îstîxbarata Amerîkayê heye, eşkere kirine ku Çîn dê di nava çend hefteyên paşerojê de pergalên parastina asmanî radestî Îranê bike.

Du ji wan çavkaniyan îdia kiriye ku Çîn hewl dide van sewkiyatan di ser welatên sêyem re derbas bike da ku "çavkaniya wan a rastî veşêre."

Hat diyarkirin ku ev çek mûşekên parastina asmanî yên li ser milan tên avêtin (MANPADS) in.

Amerîka leşkerên nû dişîne herêmê

Li aliyê din, tevî ku tê çaverêkirin li Îslamabadê dan û standin werin kirin, hat îdiakirin ku Amerîka plan dike di navbera 1,500 û 2,000 leşkerên nû bişîne Rojhilata Navîn.

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ), Amerîka tevî hewlên dîplomatîk jî sewkiyatên xwe yên leşkerî didomîne.

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku niha wan keştiyên xwe yên şer tije çek kirine û eger dan û standin bi têk herin dê êrişên wan ên li ser Îranê careke din dest pê bikin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove