AMÎDA KURDÎ - Rûniştin bi sernavê "Zehmetiyên Siyaseta Amerîkayê ya Piştî Esed" bendewariyên Washingtonê ji bo rêveberiya nû ya Şamê nirxand. Endamên Kongreyê hişyarî dan ku rêveberiya nû, bi serokatiya Ehmed Şer, hîn jî nirxa xwe îspat nekiriye û kiryarên ku hevalbendên Kurd hedef digirin dibe ku têkiliyên Amerîka-Sûriyeyên xira bike.

Serokê Komîteyê yê Komarî Brian Mast:
"Armanca civîna îro ew e ku em behsa wan dilgiraniyan bikin ku pêwendiya wan bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re heye.
Her wiha em behsa wan astengiyên zêde bikin ku divê ew serederiyê bi wan re bike da ku qonaxa veguhastinê ya Sûriyeyê serkeftinê bi dest bixe.
Ji wan jî mijara yekxistina hêzên ewlehiyê, mafên kêmîneyan, dadmendî û lêkolîna li ser binpêkariyan."
"Min Ehmed Şer dît û em li ser hinek tiştan axivîn. Ji wan jî hebûna çekdarên biyanî di nav hêzên ewlehiyê de ku hejmareke berbiçav ji aliyê Tirkiyeyê ve piştgiriya wan tê kirin.
Her wiha kiryarên dawî yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hevparên me yên demdirêj bûn di şerê li dijî DAIŞê de, her wiha hevpeymanên me yên Kurd bûn, ev nayê qebûlkirin.

Hinek tevger li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk hebûn ku CENTCOM neçar kir cihê 7 hezar çekdarên DAIŞê ji navendên girtinê yên Sûriyeyê veguhêze Îraqê.
Divê rêveberiya Şara bizanibe ku her gavek li dijî hevalbendên me yên Kurd ji bo me xeta sor e."
Şîrove