AMÎDA KURDÎ - Amedspor, ku armanca wê şampiyoniya Lîga 1emîn a TFF ye, îşev serdana tîma Stenbolê Pendiksporê dike. Beriya vê maça girîng, transferek nû di kêliya dawî ya pêvajoya transferkirina vê sezonê de ragihand.

Oğuzhan Matur tevlî Amedsporê bû
Amedsporê transferê xwe ya dawî ya vê sezonê timam kir. Klûbê ragihand ku wan transferê dawî ji Hataysporê girtinê, bi Oğuzhan Matur re lihevkirinek çêbûye û îmze hatine avêtin.
Peymanek yek û nîv sezonî bi Oğuzhan Matur re hatiye îmzekirin ku dê di pozîsyona parêzvaniya çepê de xwe nîşan bide.

Xebatek bo xurtkirina baskê çepê
Daxuyaniya klûbê wiha bû: "Em pêşwaziya Oguzhan Maturî dikin û di bin formaya me de serkeftinên mezin jê re dixwazin."
Şîrove