Ji Agirê Jiyan sirûdeke nû bo Amedsporê

Dîroka Weşanê: Google News
Ji Agirê Jiyan sirûdeke nû bo Amedsporê

Endamên koma Agirê Jiyan, ku piştî 25 salan ji nû ve li hev civiyan, sirûdeke nû bo Amedsporê çêkirin û pêşkêşî klûbê kirin.

AMÎDA KURDÎ - Endamên koma Agirê Jiyan, ku piştî 25 salan ji nû ve li hev civiyan, di wextê pîrozbahiyên Nevrozê de derkete ser dike û stranên xwe pêşkêşî hezaran kesan kirin. Endamên komê, ku beriya Nevrozê ji aliyê rêveberiya Amedsporê ve hatibûn vexwendin, bi rêveberiyê re ketin maça Amedspor û Manisa FKyê ku maçê temaşe bikin. Di dema maçê de Sirûda Amedsporê, ku wan berî hatina Tirkiyeyê tomar kiribû, li nêzîkî 20 hezar alîgirên Amedsporê hat guhdarîkirin.

Gotin ya Ahmet Tabar û Evîn Aksoyê ye. Muzîk û aranjeya sirûdê ji aliyê Ahmet Tabar ve hatiye çêkirin. Amed Tabar, yek ji endamên komê ye ku ji Amîda Kurdiyê re axivî û diyar kir ku piştî 25 salan, Newroza Amedê bû sedema kombûna Koma Agirê Jiyanê û got: "Berî ku em werin Tirkiyeyê, me ji Amedsporê vexwendnameyek wergirt. Piştî vê vexwendnameyê, me ev sirûd di sê rojan de li Art Studioya li Koln a Almanyayê tomar kir. Dema ku em gihîştin maçê, me sirûd ji 20 hezar kesên li stadyûmê re da guhdarîkirin. Em dixwazin ku ev sirûd bibe sirûda fermî ya Amedsporê." Endamekî din ê komê, Elî Jiyan, girîngiya Amedsporê ji bo Kurdan destnîşan kir û diyar kir ku sirûd ji van hestan çêbûye.

Sirûca Amedsporê

Bi hêza xwe, em li vir in,

Stad tije dikin,

Bi yek deng û bi yek dilî

Ji te bawerin

Bi hêza xwe, em li vir in,

Qadan tije dikin,

Bi yek deng û bi yek dilî

ji te bawerin..

Amed spor, rûgeşî ya me

Amed spor, kêfxweşî ya me

Amed spor, kelecana me

Amed spor, Şampiyonê me

Bila kesek nebêje, tu bi tenê ye

Bi milyonan gelê kurd, li pişta te ye

Ew navê te yî zêrîn bû paytexta dilan

Li pêşiya xwe binêre, gel pişta te ye..

Amed spor, rûgeşî ya me

Amed spor, kêfxweşî ya me

Amed spor, kelecana me

Amed spor, Şampiyonê me

Gotin: Evîn Aksoy,Ahmet Tabar

Muzik: Ahmet Tabar

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove