AMÎDA KURDÎ - Di ola îslamê de Qur'ana Pîroz di şeva Qedrê de dest pê dike û dadikeve ser rûyê cîhanê. Di Qur'ana Pîroz de tenê behsa şevekê tê kirin, ew jî şeva Qedrê ye ku wiha tê pênasekirin: di vê şevê de deriyên esmanan tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin.
‘Sûreyê Qedrê’ ya di Qur'ana Pîroz de li ser vê şevê behs wiha ye:
"Bê guman me ew (Qur'an) di Şeva Qedrê de nizûl kir. Tu çi dizanî ku Şeva Qedrê çi ye! Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Milyaket û Ruh (Cebraîl) di wê şevê da bi destûra Rebbê xwe ji bo her cure kar û baran tên ser rûyê erdê. Ew şev heta serê sibehê silametî û aramî ye."
Ev şev li herêm û Amedê jî tê pîrozkirin. Li Mizgefta Mezin a dîrokî ya Amedê ev şev bi qerebalixiyeke mezin tê pîrozkirin û destê misilmanan bo diayan radibin esmanan.
Şîrove