AMÎDA KURDÎ - Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Urdin û Kuweytê ragihandin ku di nava çend saetên borî de rûbirûyî êrişên nû yên mûşekî û dronî yên Îranê bûne.
Erebistana Siûdî
Wezareta Parastinê ya Siûdiyeyê daxuyand ku wan mûşekekî balîstîk û 5 dronên ku arasteyî herêma rojhilat hatibûn kirin xistine xwarê.
Îmarat
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku parastina wan a asmanî rê li ber 19 mûşekên balîstîk û 26 dronan girtiye.
Behreyn
Fermandariya Giştî ya Artêşa Behreynê diyar kir ku ji destpêka êrişan ve wan 188 mûşek û 429 dron pûç kirine.
Urdin
Rayedarên Urdinê ragihand ku wan mûşekekî Îranî yê ku arasteyî nav herêmê hatibû kirin xistiye xwarê.
Kuweyt
Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku di nava rojekê de 2 mûşek û 13 dronên Îranî xistine xwarê.
Ji 28ê Sibatê ve welatên Kendavê û Urdin di bin agirê mûşek û dronên Îranê de ne.
Di van êrişan de zerer gihîştiye balafirgeh, bender û avahiyên sivîl.
Şîrove