Amîda Kurdî – Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li gel SîneBîrê li Amedê, li Şaredariya Bajarê Nû komxebatek bi navê ‘Komxebata Sînemaya Kurdî’ pêk anî ku gelek sînemagerên Kurd li xwe civandin.
Sînemagerên ku ji nifş û warên cuda hatine cem hev di vê komxebatê de behsa pirsgirêkên xwe kirin û ji bo pirsgirêkên xwe yên hevpar nîqaşa çareseriyê kirin. Wan qadeke berfireh dane pêşiya xwe û ew li ser qadên ziman, bîr, estetîk, sazîbûn, perwerde, fondîtin, belavkirin, wekheviya zayenda civakî û rêgezên etîk axivîn. Sînemageran xwestin ku êdî bi modeleka kolektîf, sazî, demokratîk û domdar karên xwe bi rê ve bibin.
Di encama komxebatê de hinek pêdiviyên bingehîn yên ku hatine destnîşankirin ev in:
Şîrove