HSD: Hêzên Sûriyeyê vekişiyan

Dîroka Weşanê: Google News
HSD: Hêzên Sûriyeyê vekişiyan

Dêr Hafir û Mesken a ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD)ê de bûn ji aliye Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê wekî herêmeke leşkerî hatibû ragihandin. HSDê ragihand ku hêzên Şamê ji herêmê vekişiyane.

AMÎDA KURDÎ - Daxuyaniyek ji Navenda Çapemeniyê ya HSDê ve hat parvekirin ku êrîşên ji hêla Şamê ve li dijî Dêr Hafir hatin destpêkirin, hatin paşvexistin û hêzên Şamê piştî pevçûnan vekişiyan. Li gorî daxuyaniyê, hate tekez kirin ku hêzên Şamê hewl dane ku bikevin deverên di bin kontrola wan de lê ev hewldan bi ser neketiye.

Daxuyaniya HSDê wiha ye:

"Di çarçoveya zêdebûna êrîşan de, balafireke bêpîlot a bi navê 'Bayraktar' a Tirkîyeyê li gundê El-Buasiyeyê baregeheke hêzên me hedef girt. Di encama êrîşê de, hin endamên me birîndar bûn û me endamên xwe ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê."

Her wiha HSDê ragihand ku balafirên şer di heman rojê de du caran li bajarê Meskeneyê noqteyeke leşkerî bombebaran kirine, di êrîşê ziyana madî çêbûye.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove