AMÎDA KURDÎ - Meteorolojiyê hişyariyek ji bo ba û baranên zêde da, ku tê payîn şeve dest pê kiribû û îro jî dê bidome. Li navçeyên Erxenî, Şankuş, Çermik, Pîran, Gêl, Hênê, Karaz, Licê, Hazro, û Pasûrê dê baran û bahoz bi taybetî di demjimêrên şevê de zêde bibe.
Dê ba û bahoz bandora xwe bidomîne
Tê pêşbînîkirin ku di dema baranê de ba bigihêje 40, 60 kîlometreyan. Rayedaran tekez kirin ku li hember zirara divê welatî hişyar bin.

Bangek ji bo tedbîran
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî daneyên meteorolojîk parve kirin û ji welatiyan xwest ku baldar bin û tedbîran bigirin. Wan bang kir ku her pirsgirêkeke potansiyel ji Navenda Bangê ya ALO 153 re ragihînin.
Şîrove