AMÎDA KURDÎ - Li gorî daneyên Meteorolojiyê, îro li Amedê dê germahî li gorî rojên berê 2-3 pileyan bilind bibe. Rêveberiya Meteorolojiyê ragihand ku dawiya hefteyê dê berf dibare.

Berfa dawiya hefteyê
Li Amedê ji ber daketina germahiyê roja Şemî û Yekşemê, dê berf bibare. Meteorolojiyê diyar kir dibe ku berf şevê zêde bibe û li hin deveran pir zêde be.

Amadekarî hatin kirin
Tê ragihandin ku tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Walîtiya Amedê amadekariyên xwe yên beriya berfa ku dê dawiya vê hefteyê bibare temam kirine. Rayedar welatiyan, nemaze yên ku li gundan dijîn, şîret dikin ku baldar bin û tedbîran bigirin.
Şîrove