Wezareta Kar û Xebatên Civakî ya Iraqê, hûrguliyên piştgiriyê bi RUDAWê re par ve kir.
Ji Wezareta Kar û Xebatên Civakî Serab İlyas got, "Ji Waliyê Bankaya Navendî ya Iraqê destûr hatiye wergirtin. Li gorî vê yekê, ji her welatiyê Êzîdî yê ku ji hovîtiya DAIŞê rizgar bûye 50 milyon dînar dê were dayîn da ku li ser erdê ku ji wan re hatiye veqetandin xaniyê xwe ava bike."
Şîrove