Heypeyvînek li ser zimanê Kurdî: Amedî kurdî diaxivin an na?

Dîroka Weşanê: Google News
Heypeyvînek li ser zimanê Kurdî: Amedî kurdî diaxivin an na?

AmîdaKurdiyê li Amedê lêkolînek di derbarê zimanê Kurdî de çêkir ku bi hevpeyvînên kolanan pêk tên.

AMÎDA KURDÎ – Bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li Amed û herêmê gelek çalakî pêk tên û AmîdaKurdiyê jî bi vê minasebetê li kolanên Amedê mikrofona xwe dirêjî gele Amedê kir û ji wan pirsî ka gelo li malê û kolanan bi zimanê xwe diaxivin an bi zimaneke din diaxivin.

Li gorî lêkolînê gelek welatiyan diyar kir ku ew dixwazin hem li malê hem jî li derve xwe bi zimanê dayîkê îfade bikin.

Hin kesan behsa perwerdeya zimanê zikmakî kir û hin kesan jî behsa statûya zimanê zikmakî kirin. Wan diyar kir ku divê zimanê Kurdî an bibe zimanê perwerdeyê an jî bi awayeke fermî di dibistanan da cihê xwe bigire.

Ji aliyekê ve hin welatiyan perwerdeya zimanê bijarte rexne kir ku li gorî wan bandorekî nake. Ji aliyê din ve jî hin welatiyan diyar kir ku divê her dibistanekê perwerdeya zimanê bijarte hebe.

Her wiha çend kesan jî diyar kirin ku li şûna perwerdeya dersên bijarte, zimanê Kurdî wek zimaneke fermî bê pênasekirin û wek zimaneke fermî bikeve meriyete.

Gelek kesan diyar kir ku li gel cîlên nû bi zimaneke din diaxivin û her wiha di nav nifşên nû de her ku diçe ziman winda dibe.

Li gor lêkolîna ku bi kurtehevpeyvînên kolanan pêk hatiye tenê ne bo Kurmancî heman tişt bo Zazakî jî derbasdar e.

Berê vê lêkolînê li sibê ye ku 21ê Sibatê ye û ji aliye UNESCOyê ve wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hatiye qebûlkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove